CÛDÎ ÎBRAHÎM/ANF/KOBANÊ
Wênesaz Cîhan Şahîn anî ziman ku bi riya wêneyê hestên xwe xêz dike û çîrokên xwe yên Kurdî vedibêje.
Cîhan Şahîn têkildarî berxwedna jinê got, bi çêkirina wêneyan vê berxwedanê vedibêje.
Wênesaz Cîhan Şahîn diyar kir ku wêne di jiyana wê de tişta herî pîroz e û got: “Hin kêliyên xemgînî di jiyanê de bi wêneyê ez xêz dikim. Li ser kesayetên Kurd ên navdar ên ji bo azadiyê têdikoşin jî ez xêz dikim.”
Şoreşê jin kire pêşeng
Cîhan anî ziman ku berê di civakê de her jin kole dihat qebûlkirin, fikra zilam ê desthilatdar nedixwest jin bibin xwedî rol û mîsyon û got: “Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê jinê xwe îsbat kir, jinê bi berxwedana xwe cihê xwe di beşên wêne, muzîk heta di çeperên şer de jî girt û bû pêşeng.”
Wênesaz Cîhan Şahîn di dawiyê de got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo em gihiştin vê astê. Hêviyên min ew in ku bi riya wêneyên xwe ez serpêhatiya Kurdîtiya xwe ji gel re rave bikim. Divê her kes jî ji bo tiştên ku hez ji wan dike û ji bo armanca xwe têbikoşe.”