Bi têkoşînê jiyanê ava dikin

Nûçeyên Jin

Pêncşem 9 Adar 2023 - 02:18

ERDOGAN ALAYUMAT / HATAY

Di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, jinên Hatayê û yên dilxwaz, di bin kavilan de li Meydana Ugur Mumcu, li dijî sîstema ku mirovan dikuje, zincira jiyanê çêkirin.

Bi banga Hatay Afat Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, li xalên cuda yên bajêr, li meydanê çalakî hate kirin. Jinan bi zimanên Tirkî, Kurdî û Erebî dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Ew ê jin Hatayê Jinûve ava bikin’ berz kirin, banga piştgiriyê û ji bo hesab pirsîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, yekbûna jinan kirin.

Jinan li meydana Ugur Mumcu bi qurdêleyên binevşî bûne xelek û zincîra jiyanê çêkirin.

Di çalakiyê de jinên ji aliyê mêran ve hatine kuştin û yên di erdhejê de jiyana xwe jidest dane hatin bibîranîn û hate xwestin ji berpirsiyarên kesên di erdhejê de jiyana xwe jidest dane, hesab bê pirsîn.

Fatma Ardal bi navê Platformê daxuyanî xwend û destnîşan kir ku dewletê ji bo rizgarkirina mirovên di bin kavilan de bi tenê gavek jî neavêt û êrişê piştgiriyan kir û got; “Em dizanin berpirsiyarên ku ji roja destpêkê ya erdhejê bi hezaran jin terkî birçîbûnê, xizaniyê û sermayê kirine kî ne. Me soz da hev; bi hêza ku me ji tekoşîna xwe ya di bin van kavilan de girtiye, vî bajarî jinûve ava bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.