• Li Pirsûsê ji êrişkarên komkujiya li dijî malbata Şenyaşar, ên bi paşnavê Şîmşek, êrişê malbatên Kayhan û Altay kirin. Di êrişê de bi sîlehên dewleta Tirk a dagirker ên cerdevaniyê du welatî hatin qetilkirin.

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê, di roja 613’an de didome. Li aliyê hin êrişkarên di komkujiyê de cihê xwe girtin, li Pirsûsê du welatiylên din bi sîlehên dewleta Tirk ên cerdevaniyê qetil kirin.

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an li pêşiya Edliyeya Rihayê dest pê kiribû. Îro çalakî di roja 613’an de ye. Doh di roja 612´an de Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li nobetê nebû, lê kurê wê Ferît Şenyaşar nobet dewam kir. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam da, “Têkoşîna me ya heq û edaletê li pêşiya Edliyeya Rihayê bênavber dewam dike.” 

 

Bi sîlehên dewleta Tirk 

2 kesên din qetil kirin 

Cerdevanên ji malbata  Şîmşek di dema komkujiya li dijî malbata Şenyaşar a 14´ê Hezîran 2018´an de tevî xizmên Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn, ji malbateke din 8´ê Mijdarê 2 kes qetil kirin. 

Di 8'ê cotmehê de li navçeya Rihayê Pirsûsê, di navbera ferdên malbatên Şîmşek û Altay de nexweşî çêbû. Li gorî îdîayan ji ber sedema “park kirinê” ev nexweşiya hanê veguheriye pevçûnê. Ferdên malbata Şîmşek ên cerdevan bi çekên dewleta Tirk a dagirker êrişî malbata Altay a li taxa Şevrayê kir. 

Di êrişa bi sîlehên delweta Tirk a dagirker de, Cîhan û Mehmet Kayhan û Îbrahîm Altay ên ku pismamên hev in, birîndar bûn. 

Piştî ku birîndar bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, ji birîndaran Cîhan û Mehmet Kayhan mirin û dermankirina Îbrahîm Altay jî didome. Di êrişa bi çekên cerdewanan de li gorî agahiyan, hin kes hatine binçavkirin. Lê agahiyê tekûz û ber bihev ve li ser êrişê nehatine bi destxistin.  

 

Gelo şahid kuştin?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku malbata Şîmşek a ku ev êriş pêk anî, tevî parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana 2018’an de êrişî malbata Şenyaşar jî kiribû û sê ferdên malbatê qetil kiribûn. Wan du kes bi hovîtiyeke mezin li nexweşxaneyê qetil kiribûn û qeydên kamerayan jî yan texrîb kiribûn yan jî dizîbûn. 

Li gorî hin îdîayên piştrast nebûne, Kesên di êrişa 8´ê Cotmehê de hatine kuştin, ji şahidên komkujiyê bûne. Ji ber wê jî gumana li ser wê yekê jî dimîne, gelo elaqeya vê êrişê bi komkujiyan li dijî malbata Şenyaşar re heye yan na.

NAVENDA NÛÇEYAN