Polîsên dewleta Tirk piştî binçavkirina nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Dîndar Karataş bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya Wanê de girtin.

Polîsan piştî lêgerînê, dest danîn ser komputura laptop a rojnameger Karataş bi kar dianî, nameyên ji girtîgehan hatibûn şandin, 3 harddîsk û komputura laptopê yên ajansê. Polîsan piştî lêgerînê destê rojnamevan Karataş paşve kelepçe kirin û ji buroyê veqetiyan.

11’ê Îlonê jî polîsan bi ser malên nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNews’ê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala de girtibûn û ji ber nûçeyên der barê Servet Tûrgût û Osman Şîban ên ji helîkoptêrê hatibûn avêtin çêkiribûn, hatibûn binçavkirin û girtin. Di heman demê de polîsan di 11’ê îlonê de bi ser Buroya Ajansê ya Wanê de girtibûn û dest danîbûn ser alavên teknîkî. 
MA/WAN