Ciwanên kurd û yên înternasyonalîst, ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, wê di navbera 3 û 8´ê Îlonê de çalakiya meşa dirêj a bi navê “Rêwîtiya azadiyê” bikin.
Ji Rêber Abdullah Ocalan ev 29 meh in ku ti agahî nayê wergirtin. Parêzerên Ocalan ji bo ku hevdîtin pê re were kirin, ji 12 salan ve 49 caran miracaetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) da. CPT ji 20 ta 29´ê Îlona par çûbû Tirkiyeyê. Ji hingê ve wê ne bersiv da miracaetan, ne jî çalakiyên ji bo eşkerekirina rapora xwe ya li ser serdana Îmraliyê.
Ciwanên Kurd û yên înternasyonalîst ji bo balê bibin ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê li ser Rêber Ocaan tê ferzkirin, wê bi şîara “Bi ruhê Apoger ber bi rêwîtiya azadiyê” meşekê bikin di navbera bajarên Elmanyayê Dortmund û Kolnê de. Ev meş wê 3´yê Îlonê dest pê bike û 8´ê Îlonê bi dawî bibe.
Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne
Komîteya Amadekar têkildarî çalakiyê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal bang kir. Komîteya Amadekar got, "Em ciwanên Kurd û Înternasyonalîst em ê bibin yek; li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtingeriyê bi rengekî mezin li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Ji bo armanca xwe ya azadiya bi Rêber Apo re pêk bînin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Komîteya amadekar wekî din got, “Em weke ciwanên Kurdistanê bi şîara ´Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne´ lazim e ku ji her demê bêhtir li ser siyaseta tecrîdkirinê, erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”
250 ciwan wê bimeşin
Komîteya Amadekar da zanîn ku ji welatên weke Elmanya, Swîsre, Fransa, Ingilîstan, Awusturya, Spanya, Kolombiya bi giştî 250 ciwan tevlî meşê bibin û ciwan 2´yêî Îlonê wê li Dortmundê bên gel hev. Ciwan çalakiya xwe wê 3´yê Îlonê bi konferanseke li ser Rêber Ocalan bidin destpêkirin û li ser rola ciwanan di azadkirina Rêber Ocalan de ew ê minaqeşeyê bikin.”
Ji Dortmundê heta Kolnê
Piştî konferansê meşa ciwanan wê 4´ê Îlonê dest pê bike. Ew ê 8´ê Îlonê jî bigihîjin Kolnê. Li bajarên her qonaxê welatparêzên Kurd wê ciwanên Kurd û înternasyonalîst li malên xwe bikin mêvan. Meş wê di van bajaran re bibihure: Bochum, Essen, Oberhausen, Duisburg, Neuss, Düsseldorf û li semta Mulheim a Kolnê jî bi dawî bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN