• Li rojavayê Iraqê herî kêm 10 rokêt berdan baregeheke leşkerî ya Emerîkayê.

Li gorî çavkaniyên eskerî yên Iraqê û rojavayî, sibeha Çarşemê li rojavayê welêt li dijî baregehekê herî kêm 10 roket hatin berdan. Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê albay Wayne Marotto li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Hêzên ewlekariyê yên Iraqê bûyerê lêpirsîn dikin."

Hate ragihandin ku êriş li dijî baregeha Eyn El Esedê ya li wîlayeta Enbarê hatiye kirin û li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye. Hefteyên dawî êrişên bi vî rengî zêde bûn. DYE timî hêzên alîgirê Îranê ji van êrişan berpirsyar dibîne. Di piraniya êrişan de tiştek bi kesî nayê û zerareke giran a madî jî rû nade. 15'ê Sibatê li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê bi roketan êriş li dijî yekîneyên biyanî hatibû kirin, di encamê de kesek miribû, gelek kes jî birîndar bûbûn.

ANF/BEXDA