Bi hunerê hişyar dikin 

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Adar 2021 - 01:12

Piştî bûyera 16’ê Cotmeha 2017’an û bêhêvîtiya hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên li Kerkûkê û vekişandina wan a ji bajêr, komek hunermendên ciwan hewl didin hêvî bidin şêniyên Kerkûkê û aştiya sedan salan ya di navbera pêkhateyên Kerkûkê de bidomînin û berfireh bikin. Her wiha xizmeta jîngeh û hunera vî bajarê bikin.

Navê xwe kirine Koma Hişyarî ya Ciwanan. Yek ji projeyên herî girîng a wan ciwanan ew e ku hewl didin careke din heybeta huner vegerînin bajêr. Çawa ku Mamoste Elî Merdan û hevalên wî sedsala bihurî Kerkûk kiribûn navendeke ya miqaman û dengbêjiyê û hemû bajarên Iraqê ji bo fêrbûna miqaman bera xwe didian Kerkûkê, niha jî ev ciwanane bi heman şêwazî dixwazin Kerkûkê bikin navendekî hunerî.

Hewldanên van tenê di asta gotin de nemane, belkî kar û xebatên girîng kirine. Karên wan ê dawiyê roja 11’ê Adarê li ser Kelha Kerkûkê bi alîkariya du komên din ên hunerî pêşengehek ya şêwekariyê vekirin ku tê de 120 hunermend ji Kerkûk û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bi 150 tabloyan tevlîbûn.

ANF/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.