Li Wargeha Mexmûrê jinên hunermend ên girêdayî Kevana Zêrîn û Weqfa Jinan amadekariyên 8’ê Adarê dikin.
Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jinên hunermend yên girêdayî Kevana Zêrîn û Weqfa Jinan bi hemû leza xwe amadekariyên 8’ê Adarê dikin. Jinên ciwan ên Kevana Zêrîn û Weqfa Jinan bi du komên muzîkê û komeke govendê tevlî şahiya 8’ê Adarê dibin.
Endama koma Şehîd Delîla ya Weqfa Jinan Helen Babat derbarê amadekariyên xwe de got, “Li pêşiya me 8’ê Adarê heye, ez vê rojê li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Me wek koma Şehîd Delîla ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê dest bi provayên xwe kiriye. Koma me ji sê kesan pêk tê sazvan, gîtarjen û stranbêjek, ev nêzî mehekê ye em amadekariya xwe dikin. Bi vê wesîleyê em dixwazin ji bo tevahî jinan bibin motîvasyoneke mezin û em hêvîdar in ku ev stranên me bi dilê gelê me bin.”
Endama Koma Şehîd Delîla, Çîdem Ûren jî got, “Ez 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên Kurd û tevahiya Gelê Kurd pîroz dikim. Em hêvîdar in ku weke jin di demeke nêz de xwe bigihînin xweseriya xwe û azadiya xwe. Me jî stranên xwe amade kirine ji bo 8’ê Adarê. Em hêvîdar in ku dilê gelê xwe şad bikin û stranên me bi dilê gelê me bin. Em weke kom di bin banê Weqfa Jinê ya Wargeha Mexmûrê de perwerdeya xwe dikin.”
JINNEWS/MEXMÛR