Êvara roja Înê Ebdurrehman Nesrî û Arman Hebîbî tevî malbatên şehîdên Sinê, Dêwolan û Dîwandere piştî bidawîbûna merasima li ser gorên şehîdên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî li goristana Ayçî ya Seqizê û Goristana Bokan û li deriyê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin.
Ev her du kes piştî lêpirsînê di 15’ê Hezîranê ji girtîgeha Bokanê hatibûn berdan.
Di 17’ê Cotmeha 2022’an de birayê Arman Hebîbî Aram Hebîbî di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Sinê ji ber gulebarana hêzên rejîmê şehîd bû.
KURDPA