SERHAT ARARAT/STRASBOURG
Çalakiya rûniştinê ya ku li ser banga Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên li Ewrûpayê (KCDK-E) îro di roja xwe ya çaran de ye. Doh PYD, PJAK, CÎK, TEV-ÇAND, FEDA û nûnerên rêxistinên Êzîdiyan çalakî dewam kirin.
Heyeta ji Ertugrul Kurkçu, Nursel Aydogan, Lami Ozgen, Hatip Dicle, Selma Irmak, Faik Yagız, Hişyar Ozsoy, Feleknas Uca û ji parêzerê Ocalan Îbrahim Bilmez, bi CPT´yê re hevdîtinek kir. CPT´ê Îlona bihurî çûbû Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li wir dîtibûn.
Li ser navê TEV-ÇAND´ê Hozan Şemdîn got, “Ev bi salan e ku CPT´ê guhe xwe neda bangên me. Abdullah Ocalan dengê miletê Kurd ê Mezlûm e. Em bang li Komîsyona Ewrûpayê dikin, erka xwe bikin yan jî hew navê demokrasiyê hildin.”
Li ser navê PYD´ê jî Dexîl Silêman got, “Rêber Apo, fikreke gerdûnî ye ku bi fikir û paradîgmaya xwe li dinyayê belav bûye. Em ji bo ku van nîşanî Ewrûpayê bidin li vir in.”
Îro jî ji welatên Belçîka, Holanda, Luksemburg û Fransayê komek çalakiyê dewam dike.