Bi çavên te welat

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Adar 2023 - 04:31

LUQMAN GULDIVÊ

 

Pêşbirka wêneyan “Bi çavên te welat” a jinên ciwan ên Kurd ên li Ewrûpayê, dixwaze jinên ciwan ên Kurd ên li Ewrûpayê, li ser welat bifikirin û peywendiyekê bi welat û hestên welat re deyne. Di pêşbirkê de wê kolaj û wêneyên li ser evîn û dilsoziya welat wê bên qebûlkirin. Em li ser pêşbirkê bi endama komîteya amadekar a pêşbirkê, Hêlîn Xaşxaşok re peyivîn. Ew dibêje, “Heger em bikin ku jineke ciwan a tenê jî li ser welat bihizire û berhemeke hunerî çêke, ji bo me ev serketinek e”. 

Me jê pirsî, çima pêşbirkeke bi vî rengî wan amade kiriye. Hêlîn Xaşxaşokê got, “Em li vir çêdibin mezin dibin. Gelek ji me welatê xwe qet nas nakin. Em ji welatê xwe dûr dikevin. Bi vê pêşbirka wênesaziyê, me xwest jinên ciwan li ser welatê xwe bifikirin, hizra xwe bi huner îfade bikin. Nexasim jî hestên xwe karibin îfade bikin. Da ku bi vî awayî nêzîkî welatê xwe bibin. Li ser bifikirin ka welat çi ye! Pirsa ´ez çiqas û çawa ji welatê xwe hez dikim´ bila ji xwe bipirsin.” 

 

Jinên ciwan û zarok jî

Ji ber ku mirov nikare xweşik ji hev derxe ka jinên ciwan ên ku wê beşdar bibin kî ne, me her wiha ji Hêlîn Xaşxaşokê pirsî, ka kî û kê dikarin tevlî pêşbirkê bibin: “Erê, esas ji her emr û temenî, jinên ciwan dikarin tevlî pêşbirkê bibin. Yanî zarokên dibistanê yên bîrewer, em bibêjin 11 salî, 12 salî jî dikarin beşdar bibin. Her wiha, ew jinên ciwan ên heta bi 27 salî, 28 salî jî dikarin bi berhemên xwe tevlî vê pêşbirkê bibin.”

 

Bêhtir di ser medyaya dijîtal re

Ka ew çawa xwedigihînin jinên ciwan? Hêlîn Xaşxaşokê wiha li me vegerand: “Ji bo jinên ciwan ên li Ewrûpayê, medyaya dijîtal pirr bêhtir bi tesîr e. Jinên ciwan gelek tiştan li ser Instagramê, li ser Twitterê dibînin û dibihîzin. Ew zêde naçin komeleyan. Yan jî li ser medyayên din, ew tiştan nabînin. Ji ber wê, em bêhtir qeweta xwe didin ser medyaya dijîtal da ku em xwe bigihînin jinên ciwan.” 

 

Dixwazin bidin hizirandin

Ka gelo heta niha çend kesan berhemên xwe şandine û ew hêvî dikin ku tevlîbûna jinên ciwan çawa be jî meraqa min bû. Hêlîn Xaşxaşokê wiha li min vegerand: “Helbet em dixwazin gelek kes beşdar bibin. Lê em bigihîjin jineke tenê jî ev ji bo me gavek e, serketinek e. Yanî jineke ciwan a tenê jî serê xwe bi vê pirsê biêşîne û berhemeke hunerî li ser welat biafirîne besî me ye. Helbet, em ê dilşatir bibin heger bêhtir jin berhemên xwe ji me re bişînin. Lê bi her halî, kesek tenê jî xwe bi pêş bixe besî me ye. Halê hazir çend kesan jî ji me re wêne şandine. Lê hîna heta 31´ê Adarê wext heye.” 

 

Xweşikbûna welat hîs bikin

Hêlîn Xaşxaşokê di dawiyê de jî got, “Ez dixwazim bibêjim, welatê me xwedî dîrokeke kevnar e, çandeke wî ya xweşik heye, xwezayeke wî ya xweş heye. Em dixwazin jinên ciwan bi vê pêşbirkê bibînin, ka welatê wan çiqas xweş e. Erê em dizanin şer e, zilm heye, erdhej çêbû, dewleta Tirk êriş dike. Lê em dixwazin bibîbin û nîşan bidin ku welatê me ji şer û êrişên dijmin zêdetir e. Yanî em ji ber hebûna wî ji welat hez bikin. Ji bo wê jî em dixwazin jinên ciwan wê xweşbûn û xweşikbûnê hîs bikin û di nava huner de nîşan bidin, bi huner îfade bikin.”  

 

Heta 31´ê Adarê   

Jinên ciwan dikarin berhemên xwe heta bi 31´ê adarê ji ji navnîşana E-Mailê bicavente.w@proton.me ya pêşbirkê re bişînin. Weke alîternatîf wêne di ser hesabê Instagramê bicavente_welat re jî tên qebûlkirin.

Ji bo beşdarbûna pêşbirkê divê versiyona dîjîtal a wêne, navê wêne û agahiyên kesê ku berhem çêkiriye, werin şandin.

Wêneyê serketî yê ji her şaxî dê ji hêla juriyê ve were hilbijartin. Di meha Nîsanê de berhem wê di pêşangeheke wêneyan de bên nîşandan. Wênesazên Kurd Asli Fîlîz û Bêrîvan Dogan, û wênesaza Efxan Leila Moussa di juriyê de cihê xwe digirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.