Bi bombeyên qedexe êriş kirin
Duşem 19 Kanûn 2022 - 01:37
Li qada berxwedanê ya Werxelê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, dîmenên bombeyên gazê yên artêşa Tirk a dagirker hatin girtin. Ev bombe ji bo ku bêhnê li gerîla biçikîne, hatine bikaranîn.
HPG’ê herî dawî 15’ê Kanûnê bîlançoya şer a 8 mehan eşkere kir û têkildarî çekên qedexekirî û kîmyewî yên hatine bikaranîn, ev agahî dan; “Artêşa Tirk a dagirker, di vê demê de bombeyên fosforê, bombeyên termobarîk, bombeyên taktîk nûkleer û çekên kîmyewî bikaranîn’’.
Yek ji çekên qedexekirî ku dewleta Tirk hertim bikartîne, bombeyên gazê ne.
Di peymana çekên kîmyewî ku di 13’ê Çileya 1993’an de hate îmzekirin û sala 1997’an de kete meriyetê, bikaranîna van gazan a di şer de, qedexe ye. Û dewleta Tirk ev peyman mohr kiriye.
Di malbera Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) de tê gotin; “Heger maddeyên bi tesîr ên kontrolkirina îsyanê, madeyên mîna gaza çavan dişewitîne, weke rêbazeke şer bên bikarbînin, ev yek wê weke çeka kîmyewî were hesibandin’’.
ANF/BEHDÎNAN