- Hin şêwekar hene xwe bi tabloyên mezin îfade dikin û wek malzeme tuwalên ji dar û qumaş bi kar tînin.
Hin şêwekar hene xwe bi tabloyên mezin îfade dikin û wek malzeme tuwalên ji dar û qumaş bi kar tînin. Lê hin ji wan jî hene ew ji tiştên piçûk yên weke mînyatûran hez dikin û tiştên di dilê xwe de li ser van mînyatûran neqş dikin. Hunermenda Meksîkayî Carolina Torres jî ji tiştên piçûk hez dike û tenê bi ta û derziyê dixebite. Bi benên rengo rengo menzereyên xweşik çêdike û van menzereyên xwe di nav çarçoveyên piçûk de nîşanî xelkê dide.
Torres bi ben û derziyû ewran, daran, kulîklan û gelek tiştên din çêdike. Torres dibêje, ew bi ben û derziyê menzereyên bi reng çêdike û ji vî karî gelek hez kiriye û wiha pê de diçe, “Ez pirr hez dikim bi rengên xwezayî yên zindî hêz û bedewiya xwezayê nîşan bidim. Ez bi hunerê xwe li ser xwezayê û hurgiliyên wê difikirim.”
Wêneyên Torres her çend bi ben û derziyê hatibin çêkirin jî gava mirov ji dûr ve li wan dinihêre, mirov dibê qey hatine xêzkirin. Her kêleka wê wek derbên firçeyê xuya dike. Koleksiyona Torres a ji mînyatûrên piçûk hatiye avakirin, xweşikî û afirîneriya huner nîşan dide.
MEKSÎKA