Bi alîkariyê cudakeriyê dikin
Çarşem 22 Sibat 2023 - 16:11
YUSRA BATIHAN / MA / MEREŞ
Erdhejê bandora xwe li ser gundên navçeya Afşîna Mereşê jî kir. Li gundê Oglakkaya yê ser bi navçeya Afşînê ya ku cîranê bajarê Sêwazê ye, xesar li gelek malan bûye. Ji ber ku alîkarî negihîştiye gundiyan, ew neçar mane bikevin malên xwe yên ku xesar li wan bûye. Gelek kes ji xelkê li Elbistanê jî hatine û li gund bi cih bûne. Di şiliyê de ji ber heriyê û ji ber berfê rêya gund tê girtin. Heta niha rayedaran xwe negihandiye gund û heta niha tenê carekê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê alîkarî gihandiye gund.
Piştî erdhejê bi sê rojan rê vebûn
Şêniyê gund Alî Topal got, ew ji ber sir û seqemê neçar mane ku bikevin malên xwe û ne kon û ne jî alîkarî gihîştiye wan. Topal da zanîn ku piştî erdhejê bi sê çar rojan, rêyên wan vebûne û xesar li gelek malên wan bûye.
Li Kurdên Elewî cudakarî tê kirin
Alî Topal got, tenê carekê alîkarî ji bo wan çûye û pirs kirine gelo ka pirsgirêkek heye. Topal got, 4 rojan bi şûn ve, rêya gund hatiye vekirin û got, “Cihê ku deng ji AKP’ê re derdikevin rê birine her deverê. Lê dema dor tê ser gundê me, dibêjin budçeya wan têrê nake. Budce têra gundê Koçyuvasi ya ku rêya wê 10 kîlometre ye, dike. Lê çima têra gundê me nake. Ji ber ku gundê me gundê Kurdên Elewî ye alîkariya vir nakin. Me bihîst ku şaredariyê gotiye, vî gundî dengê xwe nedaye AKP’ê û lewma xizmetê ji me re nakin. Em jî heman bacê didin. Bila rêya me çêkin û tiştekî me ji kesî ne kêm e.”
Dewletê em ji bîr kirin
N.A. ku li gundikê ser bi Oglakkaya rûdinê, got, mala wan ji ber erdhejê pirr xira bûye û ji ber ku ew Kurdên Elewî ne, alîkariyê nadin wan: “Dewletê em ji bîr kirine. Gelek hewcedariyên me hene, lê tu alîkarî nayê kirin.”