Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da. KJK di daxuyaniya xwe de komployê şermezar dike û dibêje, wê gel û jin li dijî komployê bi ser bikevin.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Em bi biryar in ku bi berpirsyarî pêşengiyê ji têkoşîna têkbirina faşîzmê û hilweşandina sîstema desthilatdarîperestiyê re bikin. Dem hatiye ku em 15'ê Sibatê ji roja qirkirinê derxînin, veguherînin salvegera serketinê ya hêviyê û bi vê bawerî û seknê têkoşînê bigihînin asta encamgirtinê. Bi vî ruhî û îdîayê em bang li jinan û her kesî dikin ku komploya 15'ê Sibatê bi rengê herî xurt şermezar bikin, tevlî çalakiya bibin, çalakiyan li tevahiya salê belav bikin û bi sekna têkbirina faşîzmê tevlî çalakiyan bibin. Bi xwedîderketina li azadiyê û sekna berxwedanê ya fedayî bi pêşengiya jinê, em ê şoreşa Kurdistanê li ser bingeha şoreşa jinê teqez pêk bînin. Em ê bi aqlê jinê, bi rêxistinî û çalakiyên jinan faşîzmê teqez têk bibin. Bi vê biryardarî, îdîa û moralê em ê li Kurdistanê û derveyî welat karên xwe xurt bikin û bigihêjin armanca xwe ya azadiyê, şoreşa xwe pêk bînin. Em ê azadiya Rêberê xwe, jinan û gelan teqez misoger bikin.

Bi biryardariya ku jin pêşengiyê ji vê têkoşînê re bike em şehîdên xwe careke din bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bi ser bixînin. Hevrêtiya Rêber Apo û jinê, temînata paşeroja gelan û jinan e, hêza pêkanîna azadiyê ye, hêza veguherîna çalakiyê ye, dema bi destxistina paşerojê ye."

NAVENDA NÛÇEYAN