- Kavak: Heger ew çanda, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay, Mazlûm Dogan, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û hevrêyên wan tinebe, em ê tiştekî jî bi ser nexin. Çanda berxwedanê û ruhê 14'ê Tîrmehê ye çanda me.
Şehîdên Berxwedana 14´ê Tîrmehê li gelek bajarên Ewrûpayê hatin bibîranîn. Li paytexta Fransayê Parêsê, li bajarê Fransayê Marsîlyayê, li li paytexta Swêdê Stockholmê û li bajarê Qibrisê Lîmasolê çalakiyên bibîranînê hebûn.
Berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmeha 1982'an bi kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên şehîd, destpê kiribû. Li Parîsê berxwedan û şehîd hatin bibîranîn. Çalakî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Parîsê pêk hat.
Endama TJK-E Guneş Ardûç bi bîr xist ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê li dijî çewisandina li Zindana Amedê, li dijî her cûre pêkanînên dijmirovahî, ferzkirina teslîmiyetê û astengkirina mafê parastinê yê girtiyên PKK'ê li berxwe dan û got, “Roja 14'ê Tîrmeha 1982'an Mehmet Hayrî Dûrmûş ku bi daxwazên weke bidawîkirina êşkence û her cûre pêkanînên xirab li pêşberî dadgehê çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin ragihand.”
Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan, Welat Demîr jî got, “Heger îro jî em bi hevre ne û çanda me ya berxwedanê dewam dike, ev bi saya şehîdên 14’ê Tîrmehê ye. Dîroka Kurdistanê bi qetlîamên Komara Tirk tijî ye, niha jî dixwazin bi çekên kîmyewî li Zap û Avaşînê dewam bikin.”
Şehîd Azad Guler jî bi bîr anîn
Li Marsîlyayê jî hem şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û hem jî gerîlayê HPG’ê yê şehîd Azad Guler, bi meresimekê hatin bibîranîn.
Di meresima li NCDK a Marsîlyayê de sînevîzyoneke ji bo bibîranîna gerîlayê HPG’ê Azad Guler (Mumtaz Okyay) ê 21’ê Tîrmeha 2021’ê li Serhedê şehîd bûbû, hat nîşandan. Piştre birayê Azad Guler jî got, "Em ê li ser xeta wî têkoşînê dewam bikin."
Piştre li sînevîzyona ji bo Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê jî hat temaşekirin.
Pergala dewletê hilweşandin
Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li Stockholmê bi civînekê hatin bibîranîn. Ji hevrêyên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, Bedrettîn Kavak di civînê de got, "Wan hevalan roj bi roj canê xwe helandin û doz gihandin vê rojê. Jixwe, piştî berxwedana 14'ê Tîrmehê pergala dewletê jî hilweşiya. Pêşî li parastina gel vebû, êşkence kêm bû. Ne bi hêz û çek bû, ew hêz û baweriya îradeya wan hevalan bû ku ew pergala dewletê têk birin. Heger ew çanda, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay, Mazlûm Dogan, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û hevrêyên wan tinebe, em ê tiştekî jî bi ser nexin. Çanda berxwedanê û ruhê 14'ê Tîrmehê ye çanda me."
Şehîdên Zapê jî bi bîr anîn
Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG’ê yên li Zapê şehîd bûne, bi merasimekê li Lîmasolê hatin bibîranîn. Gerîlayên HPG’ê Didar Harûn (Gulistan Akgol), Ozgur Memyan (Serfiraz Akyuz) û Zemanî Rojhat (Mehmet Yavûzel) ên demên cuda li Zapê şehîd bûne, li Navenda Çanda Kurd a Teofilos ya Qibrisê bi merasimekê hatin bibîranîn.
NAVENDA NÛÇEYAN