Berxwedana gerîla tecrûbe ye 

Sêşem 29 Hezîran 2021 - 03:26

Ji fermandarên HPJ'ê Berfîn Denîz diyar kir ku berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevahiya Kurdistanê tecrûbeyeke girîng e û got, "Em jî dikarin xwe li gorî van tecrûbeyan bi rêxistin bikin." 

Berfîn Denîz anî ziman ku berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin ji bo tevahiya Rojhilata Navîn berxwedaneke dîrokî ye û got, "Gerîlayên azadiyê bi vê berxwedana li çiyayên Kurdistanê nîşan dan ku yên Kurdistanê diparêzin hêzên gerîla ne. Gerîlayên niha li çeperên şer li ber xwe didin, bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo vê yekê dikin."

Berfîn Denîz destnîşan kir ku ev berxwedan wan li ser piyan dihêle, dibe çavkaniya sûdwergirtinê ku rastiya dijmin fêhm bikin û li gorî wê li ber xwe bidin. Berfîn Denîz got, "Gerîlayên YJA Starê yên li wan çeperan li ber xwe didin hemû ciwan in, bi bîr û baweriyeke xurt têdikoşin. Ev yek ji bo me jî çavkaniya tecrûbeyê ye ku li çeperên Rojhilatê Kurdistanê xwe amade bikin û li gorî wê tevbigerin.”

ANF/ŞAHO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.