Berxwedana ‘Eren’ li Selanîkê tê nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Adar 2023 - 03:41

Filmê “Eren” ku behsa serpêhatiya parêzer Eren Keskînê dike, dê li “Festîvala Navneteweyî ya Belgefilman a Selanîkê” were nîşandan. Fastîvala ku di warê belgefilman de her sal bi bernameyên têr û tije tê organîzekirin, îsal cara 25’an di navbera 2 û 12’ê Adarê de tê lidarxistin. 

Di festîvala îsal de bi giştî 200 belgefilm tên nîşandan. 32 belgefilm jî ji bo xelatan di beşa pêşpirkê de ne. Festîval her sal 6 xelatên fermî belav dike. Xelata Skenderê Zêrîn û Xelata Skenderê Zîvîn, ji xelatên girîng ên festîvalê ne.

Derhênera Elman, Maria Binder jî bi belgefilma xwe ya “Eren” serpêhatiya Eren Keskînê vedibêje. Eren Keskîn qederê 30 salan e ku ji bo aştî û mafê bindestan têdikoşe û ji bo vê sekna wê, ew gelek caran hatiye girtin û cezakirin. Lê dîsa jî wê ti carî dev ji berxwedana xwe bernedaye û heta îro jî mafên bindestan diparêze. Belgefilm li gel jiyana Eren Keskîn di heman demê de behsa demokrasî û azadiya li Tirkiye ya pûç jî dike.

Belgefilm sala 2023’yan hatiye temamkirin û 95 deqîqeyan dirêj e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.