Berxwedan ji zilmê mezintir e

În 15 Kanûn 2023 - 16:01

Piştî ku Parlamena Ewrûpayê Xelata Mafê Mirovan a Sakharov da Jîna Amînî û “Tevgera Jin jiyan azadî”, ji ber merasîma xelatê ya ku tê de Kurd û zimanê wan Kurdî nehatin dîtin, heta hatin nexuyakirin, nûnerê malbata Jîna Amînî yê ku li ser navê malbatê xelat wergirt, parêzer Salih Nîkbext beriya peyama dayika Jînayê bixwîne, îşaret bi vê yekê kiribû.

Sarah Glynn ji bo Medya Newsê bi parêzer Salih Nîkbext re peyivî. Ji ber ku rejîma Îranê qedexeya derketina derveyî Îranê li ser dê û bavê Jîna Amînî danî, Salih Nîkbext weke yekane nûnerê malbatê, karîbû xelatê wergire.

Salih Nîkbext, ji bo rewşa piştî serhildanê û halê niha yê şoreşa Jin jiyan azadî dibêje, “Herçî zexta li dijî millet e, rewşa ewlehiyê xirabtir e. Lê li aliyê din berxwedan heye, û berxwedana li dijî rejîmê xurttir û mezintir e. Xelk mafê xwe diparêzin, red dikin ku serî li ber qaîdeyên hîcabê bitewînin. Weke nimûne di salvegera şehîdbûna Jînayê de li Kurdistanê her kesî grev kir. Bazar û sûk hemû hatin girtin.” 

 

Parêzeriya mafê mirovan tehlûke ye

Parêzer Salih Nîkbext behsa gelek zehmetiyan kir ji bo parêzerên ku mafê mirovan diparêzin dike û dibêje, “Heger parêzerek serê xwe ji mafê mirovan, demokrasî yan jî siyasetê neêşîne, ne xema rejîmê ye. Lê parastina dozên siyasî, meseleyek e. Heger hûn bi dozekê dakevin û elaqeya wê dozê bi istîxbarat, hêzên ewlehiya rejîmê, artêşê yan jî saziyên dewletê re hebe, hingê ev mesele mezintir e.”

Parêzer Salih Nîkbext, di dozên binpêkirina mafên mirovan de parêzeriyê dike; ji xwe ji ber parêzeriya malbata Jîna Amînî jî, rejîmê salek cezayê hepsê lê birrîbû. 
Parlamena Ewrûpayê îsal xelat ji bilî Jîna Amînî da “Tevgera Jin jiyan azadî” jî; weke nûnerên “tevgerê”, xwişka Hadis Necefî (rejîmê ew di xwepêşandanê de bi 6 guleyan qetil kiribû) Efsûn Necefî û Mersedeh Şahînkar (di bi êşkenceya rejîmê de çavekî wê kor bûbû) xelat wergirtin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.