Rejîma Îranê beriya salvegera serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’, dest bi pêla bi taybetî jinan, xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiriye.
Di vê çarçoveyê de xwişkên bi navê Fexriye Omîdî û Betûl Omîdî yên ji bajarê Îlamê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve kirin nezareta girtîgeha Îlamê. â
Li gorî agahiyan ev herdu xwişk bi îdîaya propagandaya li dijî rejîmê hatine girtin.
Herwiha jina bi navê Semîre Ehmedî ya ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, roja Çarşemê ango 14’ê Îlonê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û ew birin cihekî nediyar. Li gorî çavkaniyên herêmî di saetên sibehê de hêzên rejîmê bi 3 wesayîtan li taxa Fîrdewsî ya bajarê Seqizê kirine binçavan. Heta niha jî derbarê sedemê binçavkirina Semîra Ehmedî de ti agahî nehatine bidestxistin.
KURDPA