Belgefilma herî baş ji Hindistanê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Tîrmeh 2021 - 03:49

Îsal xelata belgefilma herî serketî ya Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê ya 74´an dan filma bi navê A Night of Knowing Nothing (Şeveke zanîna ne ti tiştî) ya derhênera Hindî Payal Kapadia. Ev filma hanê ji bo Duhefteya Derhêneran hatibû hilbijartin. 

Payal Kapadia ji ber ku wê di protestoyên li dijî Înstîtuya Hindistanê ya Film û Televîzyonê (FTII) de cih girtibû, ketibû ber dozeke dsîplînê. Ev bûyer sala 2015´an gava ew li vê Înstîtuyê xwendekar qewimîbû. Hingê rêveberên Înstîtuyê Gajendra Chauhan û Prashant Pathrabe bûn. Wê di çalakiyên li dijî Chauhan de 4 mehan pêşengî kiribû. Piştî vê, FTII´yê bûrsa wê birîbû.

Gelek kes sedema serketina wê ya di belgefilman de elaqedarî çalakgeriya wê ya hingê dikin.

CANNES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.