Di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo dadgehkirina dîktator" de li Swîsreyê zêdeyî 17 hezar îmzeyan hatin komkirin. 

Siyasetvan Done Guzel diyar kir ku li gel qedexeyên ji ber şewbê û şert û mercên nebaş ên hewayê jî jinên Kurd li her bajar û kantonên Swîsreyê karekî bi fedakarî meşandine û encameke xurt bi dest xistine.

Done Guzel got, Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) ji 25'ê Mijdarê ve ji bo kampanyayê kar dike. Guzel bi bîr xist ku armanca wan ew bû ku li Swîsreyê 10 hezar îmzeyan kom bikin û wiha peyivî: "Heta niha me li Swîsreyê 17 hezar îmze kom kirine. Di vir de keda jinên Kurd, keda dayikên Kurd, her wiha piştgirî û keda aktîvîstên Defend Rojava û saziyên jinan ên dost ên Swîsreyî heye."


Guzel got, ji ber êrişên dewleta Tirk, "Meclîsên me yên jinan ne tenê îmzeyan kom dikin. Li ser sedema komkirina îmzeyan bi rengekî rû bi rû, bi mirovan re diaxivin û agahiyan parve dikin."

Guzel dibêje, Swîsreyî jî destekê didin kampanyayê û kampanya wan ji bo teşhîrkirina rejîma Tirk a Erdogan li qada navneteweyî de, ji bo dadgehkirina vê rejîmê gaveke girîng e. Done Guzel dibêje, kampanya wan wê dewam bike.

BERN