Bê Ocalan çareserî nîne

Pêncşem 23 Îlon 2021 - 01:09

  • Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke destûrî ye. Yê ku hewl dide nîqaşên bingehîn ên li ser pirsgirêka Kurd bikişîne ser zemînê destûra bingehîn, qanûnî û li meclîsê, Birêz Ocalan e. Lê belê tevî vê yekê jî tecrîd li ser tê ferzkirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo rola Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de daxuyanieke nivîskî da û got, bêyî Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd ne mumkin e. 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî nîqaşên li ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de buroyê li ser rola muwekîlê xwe got, ”Ev demek e ku li ser rewşa muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan û rola wî ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaş têne kirin. Lê belê derfetê nadin wî ku di vê mijarê û mijarên bi heman rengî de gotina xwe bibêje.”

Muxatebê herî girîng e

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Ocalan dike, bi daxuyaniyê bi bîr dixe ku Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye, mafên wî hemû hatine qedexekirin û dibêje, ”Ji bo hêzên li ser desthilatdariyê, li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti astengî tine bû. Lê belê heta niha ev mesele nehatiye çareserkirin, nekariye bê çareserkirin. Ji ber vê yekê, nîqaşa li ser pirsgirêka Kurd yan jî li ser rola Ocalan bêyî Ocalan, rasteqîn nîne, rê û rêbazeke çareseriya mayinde nîne. Bêguman ji bo çareseriya bi rûmet a pirsgirêka Kurd û avakirina paşerojeke demokratîk muxatebê herî girîng Birêz Ocalan e. Di nava şert û mercên herî giran de bi kedeke mezin, bi pêşniyazên çareseriyê hewl daye aştiyê ava bike. Berxwedana wî ya li dijî şert û mercên tecrîdê, dewama van hewldanan e.”

HDP pêşenga civakî ye

Buroyê ji bo rola HDP´ê jî got, ”HDP jî weke nûnerê siyaseta danûstandinan a demokratîk, pêşenga civakî ye ku xwedî îdîaya birêxistinkirina aştî û demokrasiyê ye. Ne mumkin e ku bêyî HDP’ê şert û mercên çareseriyê bêne afirandin û bingehê aştiyê pêşkêşî gelên Tirkiyeyê bê kirin.

Pirsgirêka Kurd dawiya dawî pirsgirêkeke destûrî ye. Yê ku hewl dide nîqaşên bingehîn ên li ser pirsgirêka Kurd bikişîne ser zemînê destûra bingehîn, qanûnî û li meclîsê, yê ku bi israr vê yekê dixwaze, Birêz Ocalan e. Lê belê tevî vê yekê jî tecrîd li ser tê ferzkirin, ku ev yek rêbazeke çaresernekirinê ye.

Destpêka çaresernekirin tecrîd bi xwe ye 

Tecrîdkirina Birêz Ocalan ku li dijî qedexeya êşkenceyê ye, bi rêk û pêk tê meşandin. Tecrîd ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd e, tecrîd di heman demê de rewşa çaresernekirinê girantir dike. Heta ku ev rastî neyê dîtin, nîqaşên bêne kirin, wê tenê konjonkturî bin. Divê tecrîd bê bidawîkirin û derfet bê dayîn ku Birêz Ocalan karibe mafên xwe yên bingehîn bi kar bîne û gotina xwe bibêje.”  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.