• Yekîneyên Parastina Hewayî yên HPGê bi dronan çalakiyek li dijî qereqola Sireyê kirin. Di çalakiyê de gelek eskerên Artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin.

Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed bi dronan li qereqola Sireyê dan. Di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo yekemîn şehîda yekîneyên hewayî Doga Zîlan û silavkirina berxwedana Heftanînê hate kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
“Yekîneyên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed di 20’ê Tebaxê de li dijî qereqola Sire ya artêşa Tirk a dagirker li Şêladiza navçeya Amêdiyê ya Duhokê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtên hewayî yên teqemenî lê hatibûn barkirin bi awayekî serkeftî li hedefên xwe dan. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin lê hejmara wan nehatiye tespîtkirin.
Çalakî ji aliyê yekîneyên me yên parastina hewayî ve bi awayekî serkeftî hatiye lidarxistin û ji bo yekemîn şehîda me ya yekîneyên hewayî şehîd Doga Zîlan û ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan a li Heftanînê hatiye kirin.

Rostê û Zê hatin bombekirin

23’ê Tebaxê balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 4 caran Zozanên Rostê yên qada Goşîne ya Xakurkê bomberdûman kirine.
Di heman rojê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qadên Karker û Saca yên herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê agir bi qada Karkerê ket. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”
ANF/BEHDÎNAN