• Li bajarê Tebrîzê yê Îranê, doh balafireke şer li dîwarê dibistanekê ket. 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Tebrîzê yê Îranê, doh balafireke şer li dîwarê dibistanekê ket. 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsyarê Heyva Sor a Tebrîzê diyar kir ku balafir li dîwarê dibistanekê ketiye, 2 personelên balafirê û şêniyekî taxê jiyana xwe ji dest dane.

Midûrê navenda krîzê Mûhammed Bager Honarvar ragihand ku balafira perwerdeyê ya bi tîpa F-5 li gorî dema herêmê saet di 09:00 de li taxa Mûnajamê ya li navenda bajêr ketiye.  

TEHRAN