• Şemiya bihurî, bagerê li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) kir ku 83 kes bimirin. Tenê li eyaleta Kentuckyê 70 kes mirin.

Şemiya bihurî, bagerê li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) kir ku 83 kes bimirin. Tenê li eyaleta Kentuckyê 70 kes mirin.

Serokê DYE’yê Joe Biden gotina, ‘’trajediyek e ku mirov nikare xeyala wê bike’’ bi kar anî û got, ew bi waliyên eyaletan re dixebitin da ku alîkariyê bikin.

Li pênc eyaletan herî kêm 78 kes mirine. Li gorî rayedarên cihî li Tenesseeyê 3, li Arkansasê 2, li Illînoîs 6 û li Mîssourî kesek mir.

Li başûrê welêt Kentuckyê bîlanço giran bû. Walî Andy Beshear got, ‘’Mirov nikare rewşê vebêje, asta hilweşandinê bêmînak e.”

Beshear got, ‘’Bi min li Kentuckyê ev ê rêze bagerên herî kujer be.”

Bajarê Mayfieldê bi serjimara 10 hezar, weke navenda bobelatê tê dîtin. Ev wêne jî ji wir hatiye girtin.

NEW YORK