Awirekî ji Rûsya li Çîn û Tirkiyeyê

În 5 Mijdar 2021 - 23:36

  • Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), dîplomatên Tirkiye û Çînê bi hev ketin. Sedema wê jî rewşa mirovî li Sûriyê bû û xasma çarenûsa yek ji stasyonên pompekirina avê ya li ser Firatê jî û stasyona Elokê bû.

Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), dîplomatên Tirkiye û Çînê bi hev ketin. Sedema wê jî rewşa mirovî li Sûriyê bû û xasma çarenûsa yek ji stasyonên pompekirina avê ya li ser Firatê jî û stasyona Elokê bû. Pekînê rasterast

Enqere bi dagîrkirina beşek ji axa Sûriyê jî tawanbar kir. 

Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Çînê li NY´ê Geng Shuang got, Tirkan zerar daye stasyona avê ya li Elokê û bi bendavan jî asta ava çemê Firatê daketiye.

Li Rûsyayê gelek pisporan ev rewş nirxand. Yek ji wan jî dîrektorê giştî yê Encumena Karûbarên Navdewletî ya Rûsyayê, Andrey Kortunov bû. Ew bawer dike ku nakokiya giştî ya di navbera dîplomatên Çîn û Tirkiyê de li NY´ê " bûyerek nû" ye di pêwendiyên her du welatan de. Bi dîtina wî, zû yan jî dereng, divê ev yek biqewime ji ber ku Çîn tevgera xwe li Rojhilata Navîn zêde dike - ew jixwe bûye şirîkê sereke yê bazirganiyê yê gelek welatên herêmê.

JI Uyguran heta Efxanistanê

Di çapemeniya Rûs de, Sînolog Nîkolay Vavîlov jî peyiviye û dibêje, “Çîn û Tirkiye ne tenê li Rojhilata Navîn, li Ewrûpa û Asyayê bi taybetî li Asyaya Navîn bi awayekî cidî hevrikiyê dikin. Ew ji bo bazarên firotanê pêşbaziyê dikin, ji ber ku her du jî hinardekarên mezin in". Wî xwesteka Komara Gel a Çînê ji bo beşdarbûna li jinûveavakirina Sûriyê, weke yek ji hêmanên paşerojê yên projeya Yek Kember - Yek Rê nirxand û bi bîr xist ku bi taybetî ji bo derketina bê asteng ji Deryaya Sipî.

Gotinên Rêveberê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, Semyon Bagdasarov jî di çapemeniya Rûs de cihê xwe girtin. Wî bi bîr xist ku xweseriya Sîntzyanê dibe sedema nakokiya di navbera her du welatan de: "Îdîayên Pekînê ji ber wê yekê ne ku Tirkiye bi awayekî nepenî piştgiriyê dide, bi taybetî Tevgera Îslamî ya Tirkistana Rojhilat."

Li gorî Bagdasarov, di van demên dawî de Efxanistan di navbera Pekîn û Enqerê de bûye astengeke din: "Çîn bi herêma xwe ya Sintzyang Uyghur re bi Badakhshan, parêzgeha Efxanistanê re sînordar e. Tirk ji bo ku ji wir alîkariya Uyguran bikin, hewl didin ku di gelek waran de li Efxanistanê cih bigirin."

Tirkiye ne hevtayê Çînê ye

Andrey Kortunov jî li ser vê mijarê dibêje, "Erdogan dixwaze ji bo Efxanistanê bibe komîserê G-20´ê, yanî bibe kordînatorê bernameyên alîkariyê, navbeynkar di navbera civaka navneteweyî û Talîbanê de. Çînî li Efxanistanê ne hewceyî navbeynkaran in. Veberhênanên Çînê girîngtir in û di warê hêza aborî de jî Pekîn ji Tirkan qat bi qat xurttir e. Tirkiye û Komara Gel a Çînê li ser Efrîkayê jî rikber in; Enqere dixwaze bi projeyên binesaziyê yên mezin ve mijûl bibe."

Kortunov bawer dike ku nakokiya giştî ya di navbera dîplomatan de ji ber şêwaza sosret a Erdogan bi xwe nîşan daye: “Xuya ye Erdogan bawer dike ku dikare bi Çînê re jî bi hawê xwe tevbigere. Lê ev lîstikek pirr xeternak e. Ji Enqerê re wê ne guncaw be bi Pekînê re gengeşiyeke cidî bike. Lê Tirkiye li her derê hildikişe, heta li herêma Sîntzyang a Çînê jî destekê dide terorîstên Uygur. Her weha, Tirk hewl didin ku hebûna xwe li Iraq, Efrîka û qada pişt-Sovyetê zêde bikin.

Hêzên taybet ên Çînê, Leopardên Berfê û Pilingên Twilight jî li Sûrî li dijî terorîstên Uygur hene. Ji ber vê yekê li her welatê cîhanê sînordarkirina daxwazên Tirkiyeyê ji bo Rûsyayê bi kêr tê."

MOSKOV 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.