Avê jî nikarin peyda bikin

Şemî 15 Hezîran 2024 - 00:15

10 sal li ser fermana sala 2014’an a bi serê civaka Êzidî hatî derbas dibin. Mîna sala yekem li kampên Başûrê Kurdistanê şert û mercên jiyanê zehmet in. Xelkê Êzidî di sala 2014’an de li tevahiya Bakur, Başûr û Rojvayê Kurdistanê belav bû. Piraniya wan jî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûn û li kampan belav bûn. Yek ji wan kampên ku piraniya xelkê Şengalê lê bi cih bûn kampa Qadiya 1-2 ya bi ser Zaxo ya parêzgeha Duhokê ye. Ji sala 2014’an heya roja me ya îro bi dehan caran agir bi vê kampê ketiye û carekê jî ji aliyê belafiran ve hate bombebarankirin. Ev deh roj in xelkê vê kampê bê ave û jiyana wan zehmet bûye. Piştî wezareta koç û koçberan a Iraqê biryar da ku wê di 30’ê Hezîranê de derê tevahî kampan bigire û hemû koçberan vegerîne ser cih û warê wan, êdî hikûmeta Başûr jî hemû pêdiviyên jiyanê ji ser gel qut kir û nahêle di wan kampan de av jî were firotin. Herî dawî wezarata koç û koçberan ragihand ku her kesê beriya 30’ê Hezîranê vegere ser cih û warên xwe wê alîkarî bi wan re bê kirin û kesên ku piştî 30’ê Hezîranê vedigerin wê ji alîkariyan bê par bimînin.

Hikûmeta Başûr jî ketiye nava hewldanan ku wan koçberan asteng bike û nahêlin vegerin ser cih û warên xwe.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.