Avê da ser 35 xaniyan

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 18:42

Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû. Bi dehan xanî ji ber lehiyê xera bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Makûyê ji ber barana zêde lehî rabû. Lehiyê bandoreke giran li gundê Sorikê kir.

Li gorî agahiyan, avê da ser 35 xaniyên li gund û ev xanî xera bûne.

Gundiyan qala karesatê kir û bal bire ser xemsariya rayedarên Îranê.

Gundiyên Sorikê dibêjin, rayedar tenê tên, li wan guhdarî dikin û bêyî ku tiştekî bikin yekser diçin.

Gundiyan bi bîr xist ku zivistan nêzîk bûye, heger nikarin xaniyê xwe sererast bikin, wê zor û zehmetiyên mezin bikişînin, lewma bang kirin ji bo alîkariyê.

MAKÛ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.