Veysî Atar ê ku ev 20 sal in li Semsûrê dimîne, dema tevî pismamekî xwe xwest ji bo wergirtina alîkariyê navê xwe li Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHH’ê binivîse, berê rayedarekî, piştre jî cendirmeyan êrişî wan kir. Atar diyar kir ku piştre polês hatine û gotine, ‘Em nikarin bi we re elaqedar bibin.’

Li ser rûyê Veysî Atar, li ser piştguhê wî şûna derban û êşkenceyê heye. Veysî Atar got; “Saet di 5.15’an de ji bo ku em navê xwe binivîsin, em çûn herêma sanayiya organîzeyî. Beriya ku em ji wesayîtê dakevin, kesekî li wir got, ‘Em alîkariyê nadin’. Min got ez ê tiştekî bipirsim, ‘Got tiştek tine’.

Dema ku min got, te silava Xwedê bistenda, bi darekî êrişî min kir. Piştre nêzî 10 wesayîtên leşkeriyê hatin û li me dan. Li min û pismamê min dan. Wesayît pelixandin.

Piştre leşker û fermandarên wan hatin. Fermandarekî xwedî sê stêrk bû. Piştî ku fermandar got, ez ê biçim ba walî, çawişên pispor bi pehîn û kulman li me dan.”

Veysî Atar ê mexdûrê erdhejê da zanîn ku dema polês hatine, ji wan re gotine. “Em nikarin bi we re elaqedar bibin.”

ANF/SEMSÛR