Arşîveke cewherî ya hunera Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Hezîran 2026 - 15:30

 

Huner yek ji stûnên bingehîn yên hemû gel û netewaye. Bi rêya hunerê dikare nasnameya xwe nîşanê cîhanê bidin. Lê di roja me ya îro de ji ber giringînedana hunerê ya ji aliyê hikûmetê ve, huner jî berû windabûnê diçe. Lê yên ku erkê parastina hunera Kurdî û arşîvkirina wê xistine ser milê xwe kesên mîna Îbrahîm Elî ne. Îbrahîm odeyek xaniyê xwe ya li bajaroka Xurmal a ser bi parêzgeha Helebceyê ji bo parastin û arşîvkirina berhemên kevin yên hunerî yên Kurdî veqetandiye.

Hunermend Îbrahîm Elî ku bi Xurmalî tê naskirin, li ser parastin û arşîvkirina berhemên resen yên hunera Kurdî ji ajansa me re axivî û got: “Ji zarokatîve hezkirinek mezin di mejiyê min de hebû ku ez bikarim sitran û hunera milî ya netewî arşîv bikim. Ez di temenê 12 salî de bûm, sala 1977’an babê min teyîbek ji min re kirî û hinek band jî ji bo min anî. Ez wisan evîndarê hunera Kurdî bûm. Bi wêre jî heskirina parastina hunera Kurdî ket mejiyê min.”

Îbrahîm Xurmalî diyarkir ku dema ew zarok bû bavê wî rojane pere didanê, wîjî pereyê xwe kom dikir û heftane bandek ya sitranên Kurdî dikirî. Îbrahîm wiha behsa wê demê kir: “Min bikirîna 10 bandan despê kir û ji wê demê ve hertim berhemên li cem xwe zêde dikim. Niha jî odeyek mala min bûye cihê arşîva hunera hunermendan.”

Nêzî hezar kasetî kom kiriye

Heta niha Îbrahîm Xurmalî nêzî hezar kasetan kom kiriye, beşek ji wan bi xwe kiriye, beşek jî huner dostan diyarî wîkirine. Arşîva wî piranî ji berhemên hunermendên berê pêktê, bi taybetî hunermendên ku ji salên 1940’an ta dawiya sala 1990’an bûne dengê hunera Kurdî. Hin ji berhemên herî kevin yên hunermendan ku di nava arşîva Îbrahîm Xurmalî de hene, yên hunermendên wek; Dayîka Cemal, Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî, Sêwe, Nazar, Esmer Ferhad, Mela Kerîm, Hesen Zîrek, Mihemedê Mamlê, Nasir Rezazî û Hemecezan in ku taybet hatine tomarkirin û hatine parastin.

‘Evder cewherê hunera Kurdî ye’

Îbrahîm Xurmalî di derbarê giringiya hunera netewî de jî axivî û got: “Huner nasnameya gele, her gelek hunera wê nebe nasnameya wê jî nîne. Ger ev hunera me nebûya wê zimanê me jî wekî niha parastî nemaba. Hunermendan rolek mezin di parastina zimanê netewî de dîtine. Ji ber wê ye her netewek hunera wê nebe zimanê wê winda dibe û peyvên biyanî gelek têde hene. Lê em Kurd ji ber van hunermendên me yên mezin me kariye heta niha zimanê gelê xwe sal bi sal pêşbixin û peyvên zêdetir yên Kurdî texin nava zimanê xwe de.” Xurmalî eşkere kir ku ji sedî 90’ê sitranên klasîkî yên Kurdî li cem wî hene û wiha dom kir: “Her hunermendek ku ne netewî û Kurdperwer be berhemên wî di nava arşîva min de nîne. Cihê min wek peymangehek biçûk a netewî ya gelê me ye. Ev cewherê hunera Kurdî ye. Em bi vê hunerê tên naskirn, ciwanîn û serbilindin.”

ROJNEWS/XURMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.