
- MED-RA Dêrsim di çarçoveya 35’emîn Fête de la Musique de Genève ya ku li Cenevreya Swîsreyê hat lidarxistin derket ser dikê û mîrata muzîkê ya pirçandî ya Mezopotamya, Kurdistan û Anatoliyê pêşkêş kir.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê 35’emîn Fête de la Musique de Genève (Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Cenevreyê) tê lidarxistin. MED-RA Dersim di çarçoveya festîvalê de derket ser dikê û mîrata muzîkê ya pirçandî ya gelên Mezopotamya û Anatoliyê bi hezkiriyên muzîkê yên li Cenevreyê re anî cem hev.
MED-RA Dêrsim şeva Yekşemê roja sêyemîn a festîvalê li Terasse Agrippa a ku li pişt Katedrala Saint-Pierre li herêma dîrokî ya Vieille Ville de Genève ye derket ser dikê û bi performansa xwe rastî eleqeyek mezin hat. MED-RA Dêrsim berhemên bi Kurmancî, Kirmanckî, Ermenî, Suryanî, Tirkî, Azerî, Erebî, Farisî, Çerkezî û Fransî pêşkêş dike û di heman demê de bîra çandî ya hevpar a van gelan jî diparêze.
Di konsera ku li Dika Etnomûzîkolojiyê ya ADEM’ê hat lidarxistin de, beşdar jî stran gotin. Bi gerandina govendê sînorên di navbera dikê û beşdaran de hat rakirin. ANF
***
Ji Rojava kurtefilmekî nû; ‘Ku Rêya’
Komîna Fîlman a Rojava dest bi kişandina kurtefîlmê `Ku Rêya` kir. Senaryo û derhêner Raman Berzencî ye. Di kurtefîlmê de çîroka zarokekî bêhêvî heye ku tundiyê lê dikin.
Endamê komînê Mîrzan Bekir axivî û got: “Em li ser rastiya civakê û êşên wê kurtefîlm dikşînin. Em dixwazin di vê kurtefîlmê de bi rêya sînemayê peyamên mirovî û civakî bidin, êş û çîrokên mirovan vebêjin.”
Bekîr anî ziman ku kişandin û montaja kurtefîlmê dê heya mehekê dirêj bike. Heyanî niha kurtefîlm li taxên kevn ên Qamişlo, malên kevnar, bazara Qamişloyê, taxa Kurnîş û herêma Hilko kişandine.
ANHA







