Aqlê çêkirî daneyên biyometrîk dike sîleh

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 29 Tebax 2023 - 15:54

Li Rojhilata Navîn hejmara nasnameyên ku daneyên biyometrîk di wan de qeydkirî ne, zêde dibe. Pispor bi fikar in ku rejîmên zordar van daneyan li dijî muxalifan bi kar bînin.

Yana Gorokhovskaia a kun ji Saziya şopandina demokrasiyê ya DYE'yê Freedom House'yê re kar dike, fikarên xwe li ser mijarê ji kanala navneteweyî ya Elmanyayê Deutsche Welle (DW) re gotin. Li gorî Yana Gorokhovskaia, li Rojhilata Navîn û Asya Navîn karê komkirina daneyên biyometrîk zêde dibe.

Daneyên biyometrîk ji gelek taybetmendiyên bedenî pêk tê: Şiklê rûyê mirovî, îrîsa çavan, şikl û mezinahiya guh, şêweyê hilmstandinê û meşê yê mirovan, dikarin bi bikaranîna aqlê çêkirî, bêne tesbîtkirin. Pispor dibêjin, di paşerojê de tesbîtkirina cihê mirovekî, bi awayê bikaranîna wî ya klavyeya kompûterê jî dikare mumkin be.

Ji tevna 'Mafên Dîjîtal ên Ewrûpayê' (EDRî) ku navenda wê li Brukselê ye, Ella Jakubowska ji DW'yê re gotiye, teknîk vê dema dawiyê gelekî bi pêş ketiye. Jakubowska diyar kir ku kesek ne tenê bi wêneyekî, di heman demê de bi modelên liv û tevgera lingên xwe ya di dema meşê de jî dikare bê tespbîtkirin.

Li Mîrnişînên Yekbûyî  yên Ereb, kesek tevî ku ehram temamê bedena wî dinixumîne û mîna jinan dimeşe jî, tenê bi rîtma meşa xwe hate naskirin û girtin.

 

Dikeve xizmeta îstîsmara otorîter

Jaubowska got, "Bi saya vê yekê, daneyên girseyî dikarin bi rengekî lezgîn bêne komkirin û bikaranîn. Yanî mirov bi lez dikarin bêne naskirin. Ev yek jî potansiyela tehlûkeya çavdêriya girseyî ya bi rengekî kêfî, berfireh dike."

Înstîtuya Ewrûpayê ya ji bo Derya Spî jî sala 2022’yan bi raporekê li ser bikaranîna aqlê çêkirî li Rojhilata Navîn hişyar kir: "Bikaranîna zêde ya sîstema naskirina biyometrîk, sistbûna qanûnên parastina daneyan û lawaziya mafên mirovan û qelskirina serweriya hiqûqê, pêşî li îstîsmara otorîter vedike."

Dîrektora 'Al Now Înstîtûte' ku navenda wê li New Yorkê ye, Amba Kak jî diyar kir ku teknolojiya nû desthilatdariyeke din dide hikûmetan ji bo li ser welatiyan serwer bin û got, naskirina mirovan bi daneyên biyometrîk divê ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li Ewrûpa û DYE'yê jî bê qedexekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.