Hişê çêkirî ji kontrolê derdikeve
În 24 Tîrmeh 2026 - 17:00

- Yek ji şirketên herî mezin ê hişê çêkirî OpenAIê ragihand ku di dema ceribandinekeewlehiyê de sîstema wan ji kontrolê derketiye û bi serê xwe êrişî malpereke înternetêkiriye.
Modela herî pêşketî ya şirketa OpenAIê di dema ceribandina ewlehiyê de ji kontrolê derket, xwe bi torê ve girê da û êrişî platforma navdar Hugging Face kir. Piştî vê rûdana sîberî, şirketên mezin ên hişê çêkirî neçar man ku belavkirina modelên xwe yên nû bi awayekî demkîrawestînin.
Sîstema ku dihat ceribandin di nav de modela GPT-5.6 heye. Li gorî daxuyaniyê, diviyabû ev ceribandin di hawirdoreke girtî û ji înternetê veqetandî de pêk bihata. Lê belê modela hişêçêkirî bi awayekî nediyar rêyek dîtiye, ji sînorên ewlehiyê derbas bûye û xwe gihandiye torê.
Piştî ku sîstemê girêdana înternetê çêkir, rasterast berê xwe da platforma navdar a bernameçêkeran Hugging Face. OpenAIê diyar kir ku modelê ji bo ku têkeve nav vê malperê, agahiyên nasnameyê yên dizî û gelek rêbazên cuda yên êrişê li pey hev û bi awayekîsîstematîk bi kar anîne. Platforma Hugging Face hefteya borî ragihandibû ku sîstema wanhatiye astengkirin, lê navê OpenAIê nedabû.
Ev bûyera dawî fikarên li ser pêşeroja hişê çêkirî zedetir kir. Ji ber metirsiya ku teknolojiyênwisa zirarê bidin binesaziyên krîtîk, şirketên mezin ên mîna OpenAI û hevrika wê Anthropicbiryar dan ku belavkirina modelên xwe yên nû awayekî demkî rawestînin. NAVENDA NÛÇEYAN








