Amnesty bang li Hikûmeta Şamê kir
Pêncşem 26 Çile 2023 - 00:14
Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) li ser ambargoya Hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku pirraniya xelkê wan Kurd e, daxuyaniyek da.
Rêxistinê bang li Hikûmeta Şamê kir da ku ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê rake. Rêxistinê da zanîn ku dorpêç rê li ber derbaskirina pêdiviyên sereke û sotemeniyê digire.
Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihand ku ji ber dorpêçê pêdiviyên tenduristiyê tine dibin, welatî ji bo xwe ji sermayê biparêzin jî, bermahiyên plastîk û gelaşan dişewitînin.
NAVENDA NÛÇEYAN