• KJK ji bo ambargoya li ser Mexmûrê rabe û tecrîdkirina wê bi dawî bibe bang kir û xwest ji bo vê têkoşîneke bênavber were kirin. KJK got; “Nabe ku Kurd ambargoyê deyne ser Kurd. Divê demildest ambargo û qedexe bi dawî bibe.”

Koordînasyona KJK'ê têkildarî ambargoya PDK'ê ya li ser kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KJK'ê dilsoziya şêniyên wargehê ya bi nirxên xwe bi bîr xist û diyar kir, "Welatparêziya li kampa Mexmûrê, sekna gelê Botanê ye ku teslîm nabe."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Mexmûrê bi sekna xwe ya serbilind, çavkaniyeke berxwedanê ye û hate gotin, "Sala 2014'an li dijî êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê, li gelek eniyan li refên herî pêş kete çeperan û li ber xwe da. Xaka Başûrê Kurdistanê parastin.

Nabe Kurd Kurd tecrîd bike

Li hemberî vê yekê, di Tîrmeha 2019'an de bi hinceta çalakiya ku li Hewlêrê li dijî endamê MÎT'ê hate kirin, ambargo li ser hate danîn. Kamp hate tecrîdkirin. Hatin û çûyîna ji Hewlêrê lê hate qedexekirin. Ev polîtîkaya tecrîdê û ambargoyê ku PDK li ser gelê Mexmûrê ferz dike, salek li pey xwe hiştiye. Ev polîtîka, ji aliyê siyasî, însanî, wijdanî û exlaqî ve nayê qebûlkirin. Nabe ku Kurd ambargo û qedexeyê deyne ser Kurdan. Di demeke wiha de ku TC dixwaze li Heftanînê xaka Kurdan dagir bike, li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê me polîtîkayên qirkirinê tê meşandin, pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye. Lewma ambargoya li ser gelê me yê Mexmûrê nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.

Mesele ne tenê PKK ye

Dewleta Tirk di 15'ê Hezîranê de bi êrişên hewayî yên li ser Mexmûrê û Şengalê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kir. Helwest û daxuyaniyên PDK'ê yên li pêşberî van êrişan, ji bo gelê me daxuyaniyên neyînî ne. Rayedarên PDK'ê hebûna PKK'ê ya li Başûr weke hinceta êrişên dewleta Tirk nîşan da. Tevgera Kurd li ser xaka xwe weke hêzeke biyanî dibîne, kirasekî li pênaseya terorê ya TC'ê dike û bi vî rengî raya giştî ya Kurd manîpule dike.
Weke ku me gelek caran diyar kiriye, êrişên tên kirin ne tenê li dijî PKK'ê ne. Êdî dinya tev bi vê zane. Eger dîroka Osmanî-Tirk bê lêkolîn wê ev yek bê fêhmkirin. Dewleta Tirk bi zîhniyeta Îttîhad-teraqî çav berdaye xaka berê ya Osmaniyan. Heta ku jê tê vê yekê hewl dide pêk bîne. Di serî de herêmên Kurdan, mîna li Sûriyeyê tê dîtin destê xwe dirêjî qadên gelên Ereb dike, her wiha eger hêza xwe têrê bike wê destê xwe yê dagirkeriyê dirêjî heta Îranê jî bike. Lewma operasyona li dijî Heftanînê di heman demê de li dijî gelê me yê li Zaxo û Duhokê ye.

Divê jin hemû qebûl nekin

Ambargoya li ser Mexmûrê bi daxwaza dewleta Tirk tê meşandin. Di rewşek wiha de gelo wê PDK çawa karibe bêje ku ew berjewendiyên gelê Kurd diparêze? Wê çawa karibe vê yekê ji gelê me yê li hemû parçeyan re bibêje? Wê çawa mirovan bi xwe bide bawerkirin ku ew alîgirê pêkhatina yekîtiya Kurdan e?
Daxwaza xwe ya ji bo xurtikrina yekîtiya neteweyî û welatparêziyê, bi rakirina ambargoya li ser Mexmûrê û bi rabûna li ber hebûna dewleta Tirk a li Heftanînê dikare nîşan bide.
Em bang li partiyên siyasî yên li Başûr, parlamenta Kurdistanê, jinên Kurd hemûyan dikin ku ji bo rakirina ambargo û tecrîda li ser gelê Mexmûrê timî hewl bidin û têbikoşin."
ANF/BEHDÎNAN