Yunus Dişkaya piştî albûma 'Sola Sebrê', bi albûma 'Helbet' derket pêşberî guhdarên xwe. Taybetiya her du albûman jî ew e ku stranên wan ji helbestên Rojen Barnas pêk tên.

 

 

Stranên Yunus Dişkaya yên ji helbestên Rojen Barnas pêşî di albuma Sola Sebrê de berhev kirin û bi etîketa Red Music Digitalê de li ser platformên dîjîtal hatibû belavkirin. Niha jî Yunus Dişkaya albûmeke din ji helbestên Rojen Barnas a bi navê Helbet ji bi labela Red Music Dijîtalê belav kir. Stranên di vê albûmê de doh hatin weşandin.
Yunus Dişkaya hem di van her du albûman de, hem jî di albûmên mayî hemûyan de aranjman, tomar, mîks û master kirin. Wekî din, wî di albûman de li înstrûmanan hemûyan da.

NAVENDA NÛÇEYAN