Gerîla bi pêngavan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di çalakiyên gerîla dle 8 dagirker hatin cezakirin. Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî li Girê Zendûrayê 3 caran çalakî kirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da: “Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de hêzên me bi ruhê êrişê yê Apoyî ji bejahî û hewayî ve çalakiyan dewam dikin.

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 9'ê Gulanê li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê 3 çalakî li dar xistin. Di encama her sê çalakiyên hewayî de bi rengekî serketî derb li dagirkeran hate xistin.

Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê

7'ê Gulanê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş bi sûîqestê çalakiyek hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.
Li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin. Destpêkê kozikek ku 2 dagirker tê de bûn bi temamî hate îmhakirin. Piştre jî kozikeke din bi temamî hate îmhakirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 dagirker hatin cezakirin. Her wiha derb li dagirkerên din ên li ser vî girî hate xistin û di encamê de radara li ser gir hate îmhakirin.
8'ê Gulanê, li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Girê Şehîd Ekîn bi pêş ve biçin bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker ji qadê bi qedemeyekê xwe vekişand.

Bombardumanê her dewam kir

Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafiran bombardûman dike. 7 û 8ʼê Gulanê qadên Avaşînê, Metînayê û Xakûrkê bombadûman kir.
Di nava cihê bombardûmankirî de zeviyên gundê Kêste yê herêma Metînayê jî hye.
Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye."

ANF/BEHDÎNAN