72 roj in birçî ye

Çarşem 2 Îlon 2020 - 15:23

  • Enwer Nîlûferî Kurdekî ji Rojhilat e û niha li Yewnanistanê bêyî ti mafî asê maye.

Enwer Nîlûferî Kurdekî ji Rojhilat e û niha li Yewnanistanê bêyî ti mafî asê maye. Rêya penaberiyê bi mirinê û bi şepirzetiyên bi vî rengî, felaketek e mezintir e ji ya ku mirov jê direvin. Ev îro 72 roj in ku Enwer Nîlûferî ji bo ku miracaeta wî ya penaberiyê qebûl bibe, li pêşiya avahiya nûneriya Komîseriya Bilind a Penabara a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di greva birçîbûnê de ye.
Di ser hesabê xwe yê medya civakî ê bi navê Hostage of Europe @AnwarNillufary (Rehîneyê Ewrûpayê) Enwer Nîluferî her roj rewşa xwe, çalakiyên piştgiriyê û bangên xwe radigihîne. Ew hêvî dike welatek mafê penaberiyê bidiyê û karibe li wî welatî bimîne. Ev cara diduyê ye ku ew dest bi greva birçîbûnê dike. Ji ber ku ti statuya wî ya hiqûqî nîne ev 6 sal in ew li Yewnanistanê asê maye û dixwaze bi greva xwe ya birçîbûnê ya li pêşiya avahiya UNHCR´ê bike ku welatek doza wî ya penaberiyê qebûl bike. Ew nexasim bang li Kanada û DYE´yê dike ku doza wî qebûl bikin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.