• Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 20'ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn. Hate ragihandin ku 7 dagirker hatine cezakirin, 3 jî birîndar bûne.

Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 20'ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn. Hate ragihandin ku 7 dagirker hatine cezakirin, 3 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
"20'ê Tebaxê hêzên gerîla li derdora gundê Banikeyê leşkerên artêşa TC a dagirker xistin kontrola xwe. Li dijî leşkerên dagirker ên xwestin bikevin nava gundê Banikeyê, li qada navbera Pîrbila û Banikeyê, hêzên me çalakî kirin û ji cihekî nêz ve derbên giran li dagirkeran xistin. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 5 dagirker hatin cezakirin.
Hêzên me baskê 2'emîn ê dagirkeran jî xistin kontrola xwe û piştre bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin cezakirin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Hevalên me Mizgîn û Zana ku ji roja destpêkê ya operasyona dagirkeriyê ve li qadê bûn û mohra xwe danîn binê berxwedaneke mezin, di vî şerî de bi rengekî fedayî şer kirin û derbên giran li dijmin xistin. Hevalên me Mizgîn û Zana di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."

ANF/BEHDÎNAN