69 malbat ji Holê derdikevin

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:57

Rêveberiya Kampa Holê vegera dilxwazî ya 69 malbatên ji Dêrazorê ku li kampa Holê dimînin, birêxistin dike.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya kampa Holê dane, 69 malbatên ji Dêrazorê ku ji 254 kesan pêk tên, 8’ê Gulanê wê vegerin warên xwe. Li gorî rêveberiya kampê, 18 hezar û 530 penaberên Iraqê, 16 hezar û 779 sûriyeyî û 6 hezar û 461 biyanî û 11 kesên ku nasnameyên wan nayên zanîn, li kampê dimînin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.