65 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 16 Tebax 2023 - 00:15

Li Hindistanê ji ber lehî û hezîna axê, herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li welat çend roj in baraneke zêde dibare. Li eyaletên Uttarakhand û Hîmaçel Pradeş ên li Bakur pir û avahî hilweşiyan û gelek wesayît ber avê ketin. Roja Sêşemê rayedaran bîlançoyeke nû eşkere kirin. Li gorî bîlançoya nû ji ber hilweşîna perestgehekê 11 kes, bi giştî jî 65 kesan ji ber lehî û hezîna axê jiyana xwe ji dest dane.

Di meha Tîrmehê de çend rojan barana Mûson bariya û ji ber vê 90 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Çemê Yamûna ji sala 1978’an û vir ve, di asta herî bilind de ye.

Ji sedî 80’ê barana li Esyaya Başûr ji barana Mûsonê pêk tê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.