Fazîle Polat ev 4 sal in li cenazeyê kurê xwe digere û dibêje, "Ez kulmek xwelî be jî cenazeyê kurê xwe dixwazim."
Ridvan Polat ê HPG'yî sala 2017'an li herêma Xerzanê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê ev 4 sal in miracaet kiriye, lê dozger cenaze neda malbatê. Malbat bi israr daxwaza cenazeyê xwe dike.
Dayika Ridvan, Fazîle Polat dibêje, piştî ku Ridvan jiyana xwe ji dest da, qereqola Geverê bang li keyayê gund dike û Fazîle wiha dike: "Bi rêya keyayê gund bang li me kirin. Em çûn qereqolê. Li qereqolê pirsên wekî 'Çawa çû, kî ew bir?' kirin. Piştî 3 mehan me di televîzyonê de wêneyên wî dît û me zanî ku Ridvan jiyana xwe ji dest daye."
Fazîle, dide zanîn ku piştî ku nûçe dîtine, wan berê xwe daye Bedlîsê: "Em çûn Bedlîsê û me miracaetî cihên elaqedar kir û me nimûneya DNA'yê da. Ji me re gotin, biçin piştî 3 mehan em ê agahiyê bidin we. Piştî 2 salan Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê telefon kir û ji me re got 'Hûn malbata Ridvan in ne wisa û bên Bedlîsê'. Em çûn Bedlîsê lê ji me re gotin kî telefon kiriye. Parêzerê me ji wan re got, we telefon kir û we got, 'Bên cenazeyê xwe bigirin'. Bi gotina dozger, em çûn çend cihan lê me agahiyek negirt. Li goristanê nimreya ku dan me tinebû."
Fazîle dibêje, tenê daxwazek wê heye: "Bila ji me re bêjin ka kurê min li ku ye. Kulmek xwelî be jî bila hestiyên kurê min bidin min. Ez hestî û xweliya kurê xwe dixwazim. Ez dixwazim goreke wî hebe. Ji miriyên me jî ditirsin."
JINNEWS/COLEMÊRG