• Li bajarê Awustralyayê Sydneyê, ev çend roj in baran xweş dike û zêde dibare. Ji ber wê rayedaran bang kir da ku 32 hezar kes bên tehliyekirin. 

Li bajarê Awustralyayê Sydneyê, ev çend roj in baran xweş dike û zêde dibare. Ji ber wê rayedaran bang kir da ku 32 hezar kes bên tehliyekirin. 

Berpirsê kar û barên lezgîn ê Eyaletê Carlene Yorkê got, “Ax heziya, çem û bendav zû diherikin.”

Servîsên alîkariyê ragihandin ku ew yekşêmê êvarê çûne hewara zêdetirî 80 kesan.

Ji ber barana zêde gelek kes di wesayîtên xwe de asê man û di heman demê de gelek kes ji ber zêdebûna baranê, nikarin ji malên xwe derkevin.

Rayedaran bang kir da ku 32 hezar kesên li herêma Sydneyê bên tehliyekirin.

Li peravên rojhilatê Awûstralyayê di 18 mehên dawî de gelek caran lehî rabûye.

Di meha Adarê de 20 kes ji ber lehiyê li rojavayê Sydneyê miribûn.

Ji zanîngeha Monashê pisporê hewayê Kimberley Reid got, “Lêkolînên me yên li ser lehiyên Adara 2021’ê derxist holê ku, li Sydneyê bûyerên bi vî rengî ji sedî 80’yî zêdetir wê heta dawiya sedsala 21’ê pêk werin.”

SYDNEY