Li Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakgerên Kurd ên beriya bi 40 rojan hatin girtin, bi kefalet hatin berdan. Herwiha biryara berdana 10 kesên din jî hatiye dayîn.

Di destpêka Çileyê bihurî de rejîma Îranê dest bi pêla girtin û xistina nezaretê ya çalakger, xwendekar û welatiyên Kurd kirîbû û qederê 150 kesî kiribûn nezaretê.
Piştî lêpirsînê hinek bi awayekî demkî hatin berdanê. Hinek veguhestin hepsê û çarenûsa hinekan hîna jî ne diyar e.

Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, sê çalakgerên Kurd ên ji Şino ya ser bi Urmiyeyê yên bi navê Şoreş Berhem, Ezîz Qadirtac û Selîm Şerîfî bi kefalet û bi daweyeke demkî hatine berdanê. Ew di 29’ê Çile û 1’ê Sibatê hatibûn girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, bi kelafet û bi awayekî demkî biryara berdana 10 kesên din ên bi navê, Ezmîme Nasirî, Husên Gerdişî, Soran Hisênzade, Sîrwan Nûrî, Îmad Ebidî, Efşîn Mam Hemedînî, Ferhad Musapur, Ferîdyun Musapor, Behmen Yusifzade, Şepul Xizirî ku niha li hepsa Urmiyê ne, hatiye dayîn.

Ji qederê150 kesên kirine nezaretê, heta niha 32 kes bi awayê demkî hatine berdan. 50 kes veguhestine hepsê û lê çarenûsa qederê 70 kesê din ne diyar e.

SINE