3 leşkerên dagirker hatin kuştin

Çarşem 11 Çile 2023 - 10:22

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya derbarê şer û êrişên artêşa tir a dagirker de wiha ye; "Hêzên me li herêma Zapê di çalakiyan de 3 dagirker ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker carekê bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Li pêşiya çeperên berxwedanê malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitandin û dûyê bi jehr ber bi çeperan ve şandin. Di heman demê de bi dehan caran bi obus û çekên giran bombardûman kir.

Li herêma Zê (Zapê)

9'ê Çileyê saet di 09:20 û 09:40'î de li nêzî qada Çemço, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

9'ê Çileyê saet di 11:00 de li nêzî qada Çemço tîmên me yên bi tevger carekê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

HPG´ê wiha behsa sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker kir;

"9'ê Çileyê saet di 16:30'î de çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de li pêşiya çeperên berxwedanê malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitand û dûyê bi jehr ber bi çeperan ve şand.

9'ê Çileyê Girê FM'ê û çeperên gerîla yên li nêzî qada Çemço bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.