3 karker birîndar bûn
În 23 Kanûn 2022 - 00:55
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêxler a Jorîn ê li rojavayê Kobanê doh êrîşê stasyona avê kir. Di êrîşê de 3 karker birîndar bûn, wesayitek hate rûxandin.
Hate ragihandin ku zirarên madî gihişt stasyona avê. Karkerên ku di êrîşê de birîndar bûne Fadil Bazar (49), Bozan Şêx Nebî (48) û Muslim Hemo (55) rakirin nexweşxaneya Kobanê.
KOBANÊ