23 leşkerên Hindistanê winda bûn

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 10:04

Artêşa Hindistanê ragihand ku piştî lehiya li geliyekî li Hîmalayayê li bakurrojhilatê welêt herî kêm 23 leşkerên wan winda bûne.

Di daxuyaniya hêzên çekdar de hate gotin, "Li Gola Lhonakê ya li bakurê eyaleta Sîkkîmê ji ber barana ji nişka ve, çemê Tîsta bi ser ve çû (...) 23 leşker ketin ber avê û winda bûn." Hate ragihandin ku gelek wesayît li ber avê çûne û karên lêgerînê jî dewam dikin.

Ev herêma çiyayî ya dûr a Hîmalayayê, nêzî sînorê Hindistanê yê bi Nepal û Çînê re ye. Gola Lhonakê jî li quntara qeşaya daimî ya nêzî Kançencûnga ye ku sêyemîn çiyayê herî bilind ê cîhanê ye.

Li gorî artêşa Hindistanê, ji ber ku ji bendavekê beriya demeke nêz av herikandibû, asta çemê Tîstayê bi 4,5 metreyan bilindtir bûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.