Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Zê (Zapê) gelek çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. 2 konên dagirkeran jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran kite bi kite agahî dan:

 

Şehîd Delîl a Rojavayê Zê

9’ê Cotmehê di saet 14.20, 17.30 û 18.00’an de bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

10’ê Cotmehê di saet 01.20’an de hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerek ceza kir.

9’ê Cotmehê bi çalakiyên gerîla yên koordîneyî û taktîkên cuda li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di saet 14.00’an de bi çekên giran li konên dagirkeran hate xistin û 2 kon hatin îmhakirin. Di saet 14.20’an de bi çekên giran û nîv otomatîk ji du aliyan ve li dagirkerên ku hatin ba hev, hate xistin. di saet 15.00’an de bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Di saet 15.15 û 15.35’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di saet 15.40’an de bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperan hate xistin.

Di van çalakiyan de bi giştî 9 dagirker hatin cezakirin, 6 birîndar bûn û 2 kon jî hatin îmhakirin.

10’ê Cotmehê di saet 03.40’an de bi sekvaniyê li koma dagirker hate xistin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketibû nava tevgerê. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

 

Li Herêma Zê

9’ê Cotmehê di saet 06.00’an de bi çekên ferdî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

9’ê Cotmehê di saet 08.30’an de bi çekên giran li kepçeyê hate xistin ku hewl dida çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşîne.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên sûc

Çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel a herêma Metînayê; 9’ê Cotmehê 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin. 10’ê Cotmehê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hat bombekirin. Çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî; 9’ê Cotmehê carekê bi dronên bombebarkirî hat bombekirin.

9’ê Cotmehê çeperên şer ên li Girê ya Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 13 caran bi dronên bombebarkirî, 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

9’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN