• Du jinên ku ji bo hevserokatiyê ketin pêşbirkê; Janîne Wîssler û Sûsanne Hennîg-Wellsow dengê herî zêde wergirtin û bi vî rengî mohra xwe danîn binê gaveke nû.

Partiya Çep a Elman, kongreya xwe bi rengekî onlîne pêk anî û hevserokên xwe hilbijart. Du jinên ku ji bo hevserokatiyê ketin pêşbirkê; Janîne Wîssler û Sûsanne Hennîg-Wellsow dengê herî zêde wergirtin û bi vî rengî mohra xwe danîn binê gaveke nû. 

Ji partiyên muxalefetê yên Elman, Partiya Çep (Dîe Lînke) kongreya xwe ya ku ji ber şewbê du caran taloq kir, bi rengekî dîjîtal pêk anî. Di kongreya du rojan de, roja dawî ji bo hevserokatî û kadroyên rêveberiya nû hilbijartin hate kirin. Katja Kîppîng û Bernd Rîexînger ku 8 sal in hevserokê partiyê bûn, vê carê nebûn namzet. Ji bo hevserokatiyê du jin û du mêr bûn namzet.

Seroka Koma Meclîsa Eyaleta Hessenê Janîne Wîssler ji sedî 84 ê dengê delegeyan, Seroka Koma Meclîsa Eyaleta Thurîngenê Sûsanne Hennîg-Wellsow jî ji sedî 70 ê dengê delegeyan stand. Bi vî awayî her du jin bûn hevserokên nû yên Partiya Çep.

Ji hevserokên nû Janîne Wîssler ji malpera înternetê ya rojnameya Frankfûrter Rûndschaû re beriya hilbijartina hevserokatiyê axivî bû û bal kişandibû ser piştgiriya Elmanya û welatên rojavayî ji bo rejîma Erdogan û gotibû, "NATO êdî ne çareserî ye, ew bûye parçeyek ji pirsgirêkan. Her tim tê gotin ku NATO civateke ji nirxan e. Lê belê endamê NATO'yê Tirkiye ku Erdogan serkêşiyê jê re dike, li welatê xwe û li Sûriyeyê li dijî Kurdan şer dike, zextê li muxalîfan dike. Divê NATO ji hev bê xistin. Li şûna wê jî sîstemeke ewlekariyê ya kolektîf bê avakirin."

ANF/BERLÎN